"Bêrî Bihar, yek ji van navên nû yên edebiyata modern a kurdî ye. Ew şahîr e. Kitaba wê ya yekemîn a şihîran Qeşem, berî niha bi du salan derketiye û ew niha dîwaneke nû diweşîne. Min hem Qeşem xwend hem jî dîwana wê ya nû Buwariya Hestên D(l)erizî."
Mehmed Uzun
Bêrî Bihar li gundekî Êlih ê ji dayîk bûye. Di sala 1995 an li Enqerê Zanîngeha Gazî beşa mamostetiyê kuta kiriye. Pênc sal weke mamoste xebitiye, da ku kirasê karmendiya dagirkeran ji tengahî wê haniye ber fetisandine, ewê dev ji vî karî berdaye, jîn û dema xwe ber bi Kurdewariyê ve ajotiye. Mijarên helbestên wê piranî jin û jiyana jina Kurd e. Heya niha du Dîwanên wê bi navê;
-Qeşem (Stembol 2002, weşanên Sî- Weşanên Avagon),
-Buwariya Hestên Lerizi (Stembol 2005, Weşanên Avagon) çap bûne.
-Li gel karê helbestvaniyê çîrok jî mezin û piçûkan re dinivîse. Çîrokên zarokan weke rêzepirtûk ku ji pênc çîrokan pêk tê ji hêla weşanên Avagon ve bi navê SARA weşiya (2008).
Helbestên Bêrî Bihar di gelek rojname, kovar û malperan (Kovara Pênûs, Rewşen, Hîwa (Özgür Politika), Rojnama Agirî-Hewlêr, Kovara Soera-Hollanda, Malper Kaniya Helbestan, Mehname, Malpera Amida kurd û wekî din) de weşiyane.