Ji kû heya kû

 

 

Ka binihêre !

Ev rê...

Ev rê rêya me ye

 

Bûye lûsa rawil û sewalan,

Ji fêkîyên nêrît û janên me,

Ji hêvî û ramanên me doşekên sitûr girêdane

Li ser wan mar û dûvpişkan pal dane,

Dûyê qelûnên wan bûne ewrên reşgiran li ser baxên me.

Li benda barîna herî bi xişm me teyroka wan î xezeban.

 

Ka binihêre !

Ev rê...

Ev rê rêya me ye

 

Ji peşkên barana şerê azadîxwaziya me,

Pêlên dijwar yên neyartiyê dizên,

Ji ava zelal vedixwin dostên me!!!

Ew xwarinxurên demekî sifra me ya dewlemendiyê

Şaredariya xwe avakirine li ser qûlpikên têrxwarinê.

 

Ka binihêre !

Tu nas dikî?

Ev rê rêya me bû

 

Rêya min û te,

Bûye korç û newal,

Di yek ji wan korçan de veşartî me ez,

Bûne delavokên hûrik di korçan de hestên me,

Weke sêwîstêrkan li hev civîyane.

Dilerizin...

 

Çawa be jî, ev rê rêya me bû,

Xirab be jî ezê wê biparêzim

                bi xwezaya xwe ya jinantiyê.

Çawa be jî ked û xwêdana me rijîyayê.

Bixwazî dîsa were, hewl bide û bimeşe,

Ezê nas bikim pêlkirina te,

Nas bikim ezê,

        rêçên te yên nermik

                     li ser çavên xwe...