Kesên ku hebûn, tev çûn,
Ne tenê bi laşên xwe ji me veqetiyan,
Siyên wan jî dane dû laşên wan,
Weke werîsan dûvedirêj bûn, reş bûn, zirav bûn,
Dev ji me berdan û çûn.
Wê hên bersivên gazinên me bidan a,
Hên me yê ew,
ji bo meremoziyên wana bibexşandana,
û hên destên me li valahiyan li wan digeriyan,
Rêçên germiyên pêjnên wan nema gazî me dikin,
Pêjnên me ji pêjnên wan sêwî man.
Nepeniyên xwe di nepeniyên me de veşartin,
Awazên xwe yên nebihîstî,
Rûpoşên xwe yî cûr be cûr,
binax kirin.
Wanên ku di bin de dikeniyan di cihê girî de,
Carînan jî digiriyan di cihê ken de.
Kesekî nizanî bu ka çi diramin û çi dixwazin.
Hezkirinên xwe digotin dema ku xwestxapandinên
Wan xwe ji hiş berdidan ser rûyên wan.
laşên wan di asaniyan de bûn bi rûpoşan.
Ewên ku hebûn,
Bi tiştên xwe yên hez an jî îman jê çûyî ve,
Qehr û gazincên xwe,
Çêr û pêçariyên xwe,
Giraniya nerîtên xwe,
Xwêdana xwe ya ku mitêl pe avdidan
di şevên qels de,
kirin bar,
dane pişta me
û
çûn…
Kî hebû?
Ewên ku hebûn,
Tev çûn,
Dilêşî û kovanên xwe,
Carcarinan hêsirên xwe,
Tevlî neheqiyên ku
Bi porên me ve hûnandî bûn.
Kirin gilokên xeman û
Bi deriyê me ve daleqandin,
Ew hestên firoke, ji çûkan re kirin bar,
Bûne xewn û xeyal,
Serê sibekê ji kefa destên me firiyan
û çûn.
Kesên ku hebûn,
Ew ji xwe weke tune bûn…