NİHA TU, TU Yİ

 

Mehmed Uzun

 

Di van demên dawîn de, tevî her celeb aloziyê, pêşketinek heye ku ez pê gelekî kêfxweş dibim; hejmara dengên nû yên edebiyata modern a kurdî roj bi roj zêdetir dibin.

Vê havînê, gava ez li Tirkiyê bûm, min weşanxana Sî û kitabxaneyên mîna Medya ku kitabên kurdî difroşin, ziyaret kirin. Hingê min dît ku hejmara nivîskar û şahîrên me yên nû zêdetir bûne.

Tevî ku ew nav û kitabên nû ku li ser refan in, stûxwar in, zêde kes wan nabîne, naxwîne û behs nake, ew êdî hene. Hebûna wan ji her tiştî girîngtir e. Hebûn, gava yekemîn a nemiriyê ye. Sibehê rewş ê biguhere û ew nav û kitabên ku îro stûxwar in, ê di tevgera edebî de cîhê xwe yê birûmet werbigirin.

Bêrî Bihar, yek ji van navên nû yên edebiyata modern a kurdî ye. Ew şahîr e. Kitaba wê ya yekemîn a şihîran Qeşem, berî niha bi du salan derketiye û ew niha dîwaneke nû diweşîne. Min hem Qeşem xwend hem jî dîwana wê ya nû Buwariya Hestên D(l)erizî.

Şihîra kurdî di warê modernbûnê de, ez bawer im, gelekî qels e. Herçî dengên nû yên keç û jinan in, di wî warî de, şihîra nû hîn qelstir e. Jiber vê yekê ez bi dengê nû yê Bêrî Biharê kêfxweş bûm. Dengê wê bi rastî jî modern e; ew şihîra hest, coş û xemgîniyên keç û jinan dinivîse. Cîhana jinan, zarokan, pêwendiyên dê û zarokên wan, evîn, evîndarî, mijarên şihîra wê ne. Herweha jiyana rojane ya jin û zarokan ku em pirî caran, jiber aloziyên siyasî, civakî û çandî, ji bîr dikin.

Bêrî Bihar di şihîreke xwe de weha dibêje;

Tu ne xerîbê xwe yî

Niha tu, tu yî

Ew vê yeka hanê mîna jinekê, mîna dêyekê dibêje. Û bi vî şêweyê hesteke nû, dengekî nû li şihîra modern a Kurdî zêde dike.

Bêguman, Bêrî Bihar di destpêka jiyana xwe ya şahîriyê de ye. Riyeke dirêj li ber wê ye; riyeke nehêsan. Lê belê ez hêvîdar im ku ew bikaribe berdewam be û berhemên nû ku hîn bêtir kemilî ne û dewlementir in, yadîgarî me bike.

Edebiyata kurdî ya modern gelekî hewcedarî dengên nû yên xas e.

Ez bawer im, ev rêzên jêrîn nîşan dide ku eger Bêrî Bihar dewam bike, em ê bibin xwediyê dengekî nû yê modern;

 

Tenê lingên min dizanin ku,

Heya niha, çend gav, çend pêpêlek,

Çend dûvreşopîn kêm bûne

Ji derenca jiyana min...