HELBESTÊN BÊRÎ BİHAR
Mustefa Reşîd
Bêrî Bihar kî ye?
Bêrî Bihar jineke ciwan e, jineke Kurd e, ji nîveka welatê me ye; ji herêmeke wisa ye, ku zimanê me bi awayekî gelek avêne û zelal, mîna şîp û sîlavên welatê me, tête axaftin. Helbestvna me ji herêma Batmanê ye. Çiqas li vê herêmê zimanê me bi bedewî û reseniya xwe hatibe parastin, wisa jî dab û nerît, xwerisk û sincî, ûrf û adetên me yên kurdewarî jî hatine parastin. Lê belê di vê cîhana me de, ku her tişt pir bi lez tête guhertin, hinek ji van dab û nerîtên me bi rastiya jiyana nûjen ya sedsala bîst û yekan re naguncin. Bêriya me, helbestvana me ya çeleng, ku ji kaniya kurdewarî û niştimanperweriyê têr vexwariye, di helbestên xwe de ayîne û neynika vê jiyana me ye. Ew ji hêlekê ve gazî û hawara gelê me ji bona standina mafên xwe yên rewa û dademend û pêkanîna jiyaneke nûjen û aştiyane bi tundî tîne ziman û derdibire, û ji hêla din ve serî li ber dab û nerîtên kevnare hildide, ewên ku li ber pêkanîna jiyaneke nûjen dibin kelem û pêre li hev nakin. Wisa, Bêriya me hem bi gazin û hawar e û hem jî têkoşer û serhildêr e.
Bêrî Bihar di helbestên xwe de wêneyên gelek balkêş û rengîn diafirîne û şanî me dide; me bi xwe re dibe cîhana nîgaş û xeyalan, hin caran me dibe binê deryayên kûr, kişwerên hût û masiyan û hin caran me dibe lûtkeya çiyayên bilind, zozanên asê, warê hêlînên şahînan û fêza pezkoviyan, û me dîsa dadixe hafa gelî û newalên kûr, ber kunên maran û nêziya lanên cînewerên hov. Em bi Bêriyê re, di vê gera xwe de her dem di nava liv û tevgerê de ne, em her dem dîmenên nû dibînin û dibin xwedî serboriyên nû; mîna gera li çar kenarên welatê me, gera li nav sirûşta bedew, deşt û zozan, dehl û çiya, zevî û beyar, lat û zinar, çem û robar, gund û bajarên welatê me. Em di vê gera xwe de her gav kesên nû nasdikin, hevaltî û dostaniyan bi wan re datînin; em fêkî û sewzeyên nû dibînin û cêja wan bi me xweş tê.