Qeşem

Pêşgotin

Ji devê dayika min

Di destpêka tebaxê de, li gundê me, malên ku pezê wan hebûn ji nava keriyê xwe yek an du nêriyên bizinan digirtin û dihanîn di axurên xwe de heya dawiya îlonê wan bi ezîzî xwedî dikirin. Diçûn nava şûv, rez û bistanan giya û çêreya herî hêşîn,ciwan dicivandin didane nêriyan. Ew qelew dikirin, xurt

 dikirin, dibune weke fîtekî. Her roj mûyên wan şe dikirin. Wekî zavayan bi qedr û qîmet bun. Çavên wan, qiloçên wan di îsiyan. Dawiya îlonê çaxê tevlîbuna nava kerî bu. Ew roj sibe zu nêrî bi gulik û fîtikan dihate xemilandin. Dîsa wekî zavayekî ser û guhên wan didane hev ji bo ku bala bizinan bikişîne. Piştî xemilandin bidawî di bu, wana didane pêşiya xwe û berê xwe didane nava kerî. Heya nava kerî bi dawetkî dimeşiyan, weke berburan gundîyan sitranan digotin û li hev vedigerandin. Keçikên heft an jî heşt salî li nava kerî ji bo ku tenê dema şîr dotinê bi serê pez bigirin bun. Dema ku nêrî tevlî kerî dibu dorek an jî du li nava kerî dihate gerandin. Dora dinê her yek keçikek heft an jî heşt salî li nêriyan siwar dikirin û li nava kerî digerandin. Ew jî tê wê watê ku îsal jî nêrî gelek bizin û bereketa qatix bi xwe re bînin. Keçik bi wateya zêdebunê li nêriyan siwar dikirin. Ez ji di heşt saliya xwe de bum. Min jî li nêriyek siwar kirin. Ez gelek kêfxweş bubum. Di jiyana xwe de tenê ew dem wer ezîz bum li ber dilê xwe. Tenê ew dem wer serbilind bum. Tu carî ew qedr û qimet li min venegeriya. Di nava wê dema temenê min de fetisî ma...

 

Naverok

Çavên te 7
Pejnên me 8
Jîn 9
Dil tî ye 10
Qeşem 11
Daleqandî mam 12
Çû 13
Qey 14
Heger 15
Giloverîkên kêmtemen 18
Bihara gotinar 19
Porê min ewrên gingilîlok 20
Salên xwexapînok 22
Kes tûnebu 23
Birçî 25
Mirî 27
Hey mirin! 29
Pêçiyên min 31
Tu jî wek min î 33
Tirmeha Amedê 35
Xewlêherimî 37
Heştê adarê 39
Geliyekî bêgelî 42
Ax 44
Di delaltî û zelaltiyan de 50
Hêvî cejn e 51
Dikevim nava pirtûkan 52
Zarokên rojê 54
Her sal dibe sersal 57
Dagere 59
Hez bike ji min 63