Navê mebesta jiyana
xwe deyne,
Weke navê romanek nu venasîn,
An jî navê helbesteke nebihîstî,
Ew navê ku roman, helbest,
Qada qehremaniyê jê bigrin.
Wek zarokek ku nû
ji dayik re bûye,
Hê tu kesî bi nêrînên xwe yên qirêj,
Siya xwe xwar nekiriye ser rûyê ciwan.
Ew navê di hişê te de,
Hê tu kes pê nehisiyaye.
Bi coş û heycana vî navî bijî,
Tije û sertije, têr û sertêra xwe.
Bê sînor, bê binî...
Navê xwe li behrekê
bike,
Bi heman jîndarên wê re bijî,
Bi dadmendî, bê çelwerî, bê berberî.
Reşik, sipîk, gewrik...
Te çi jê ye…
Tenê tu bi kesî ve nebarîne,
Miqayetê reş, gewriyên xwe be.
Bijî li devreyî wan nepeniyên ku sedemên hebuna te ne.
Çi qas sînor
danîn ji me re,
Em dest û nig girêdayî man li ber çerxa qederê,
Weke zarokên li ber sîngan,
Bi ezîzî ew xwedî kirin,
Sînorên dirîreş, ewên ku,
Dîn dibin li ser wan dayik û bavên me.
Ne dibistanan bihizre,
Ne jî ciwanên di şer de.
Li behran temaşe bike, li tirsên,
Di nava Rojhilat de,
Ewên ku mirina wan nêzîk.
Di nava temaşeyande ji bîr bike,
Fehlên, kevaneyên di Bakûr û Başûr de.
Bi her du destên xwe,
bigire bi serê xwe.
Weke ti delalê dilê xwe bi evînîyeke xav binax bikî,
Di nava axa îsînîyên stêrkan de veşêre.
Wek jiyanên hezarpirtûk,
Belav bibe li nava xwezayê.
û
Li werselên xwe bigere, dîsa bicoş wan berhev bike.
Li ser stêrek dirêj bibe li tunehîyê mêzeke,
Nigên xwe berjêr bike ewran li hev bixe.
Li vî alî geh li wî alî.
Destên xwe dirêjî şaxên daran bike,
Mizde serê çûkên li bendafir.
Bihelisîne dijminîya li hember çûkan yên zaroktiya
xwe.
Li ewrên barangiran bimije,
Bitîna tirmehê vexwe baranê.
Dest bavêje ewrên belek,
Hizir bike wan wekî sipîtahîya û nermiya sîngên
nugihîştî.
Di nava gewriyên ewran
de xuyaye!
Waye ez nêzîk dibim!
Waye nêzîkî min dibin!
Behra ku di çavên min de wekî geliyekî xuyayî.
Dibînim, nêzîk dibim!!!
Wayê dibînim ew werselên min ku zû vê ji min bazdayî.
Wayê wek bihêza tîrojka ronîyê ber bi min ve tên.
Çiqas hêja
û dewlemende axa xuda min li ser dayî.
Çiqas mezin dibe mirov bi mezinbûna xwe,
Çiqas bilind dibe mirov bibilindbûna xwe.
Ew çax tê bîra mirov,
Çend peyvan dizanin em?
Sed, du sed!!!
Bi çend peyvan em dikarin pesnan bidin?
Pesnê dîtinên pesngiran.
Dixwazim jibîr bikim,
Wan rêzikên genî, rist û zagonan.
Dizwazim tirs bimirin dimêjiyê min de.
Çi dizwazim dizanî?
Latekî gir bi lingên xwe ve girêdayî, herî giran,
Rasterast dirêjî bine behrek bibim.
Bêhn bikim masîhûrikan,
Ramûsim, çav, poz û devên wan.
Kevzî bibim,
Bila,
Bibim ez stara wan.
Ji ber masîyên dijwar xwe di paşila min de biparêzin.
Bibiriqim wek gewherên buhagiran.
Çend kes wek TITANIK bi ser min ve vebin.
Min Venasin...
Gelek kes ji romantizma jiyana min,
Germ bibin,
Di mêjiyê xwe de bibin şirîkê we cihana bêsînor,
Hayîdarê reşik, sipîk û gewrikan bin.
Li ser lêvên we besimînek,
Di çavên we de çirûsên hêvîdar,
Rengên çavên we wê strana min distêrin.
Mijangên we pê re direqisin.
Ji tirsên we, yên mirî xwiya ye,
Hûn jî dixwazin,
Belê, belê!
Hûn jî dixwazin wekî min bijîn...
Bêrî Bihar
1995 Adar