Birçî

Çend sal in birçî me,
Tenê tahmdar e di devê min de, şorbenîska dawî,
Ya zaroktiya min,
Serê sibehan, bi bêhn û kelekela wê hişyar dibûm,
Tev li germahiya bişewat ya soba êzingan.
Wek germahiya şîrê sîngan. Tenê nîskê, xwe ji bîr kir,
Di qûla diranê min ê paşî de,
?ax daye, pel vedaye.
Bûye dareke sîstur,
  ji diranên din re.
Birçî me birçî…
Birçiya tahma hungivên ku di devê pirpirokan de veşartî .
Birçîya dengê kelekele danûkan ku,li ser kesera dilê min dipija,
Birçiya qirêja destên ku,bi qeselê germ dikin jiyanê,
Birçiya hezar rengê şênahiyan ku,bi pirepira perên çûkan de dilerizî
me…
Germa havîna dijwar tev li şîrê zarokên sêmehî dibe,
  Di nava erqan û siyên titûnan de.
Dilê min wek zerkeke qûlbûyî,
  Wek boxçikeke xemtijî,
  Li ser milên bêrîvanên bi kaşan ve hilkişiyayî.
Di nav strana ’’Cembelî û Binevşa Narîn ’’
Hûr hûr dihûnin weke keziyên reş û zer, hezkirinan,
  şivanên xulam û bêkulav,
Birçiyê lorîkên xwe li ber soba dirgan germkirî,
  Ku bê mirad vediqetin ji jînê,
Birçiyê mêjiyên di zivistana xedar de qefilî,
  Bi hilmên gumgumokan bi xwe ve tên,
  Dîsa malxerab…
Di xewnên evîndaran de me,
Dimijim li ramûsanên,
  di bin lihêfa hirî de,serhişk,
di nava reşiyên jiyanê de tune û fîqsipî. Dilê min wek tiving û alavên qedexe ye,
  di korçan de,
  di bin siya biyekê de veşartî,
Xwedê jî ji bir kiriye,
  kes nizane bi kîjan bêrê hatiye kolan.
Wisa vala ye laşê min,
  dike xwe bixwe,
Birçî me birçî!!!
Birçî !!!!…

Bêrî Bihar