Çavên te
Çavên te;
Weke şembelîlikên bi sivêrnekên malsêwîyan ve kişiyayî,
Ji dûr ve diçirûsin, dibirûsîn.
ji nêz ve qerisî û efsirîner.
ji dur ve deryaşîneke di avagon de,
ji nêz ve tariyek abadîn, bêbinî.
Di binê sîyên mijangan de,
Ji dûr ve nagihan e, hêzanepenî,
Ji nêz ve sotîner, şewatek û xezebveşartî,
Nêrînên min qefaltin, girtin, fetisandin.Çirûsên çavên te weke çûkên nûgihayî,
Ji dur ve şoxûşeng, şahbaz,
Ji nêz ve ji hêlînê firîyayî, nexwiyayî.
Bi çûkan re digirin senfoniya çawalêhato.
Çavdêrên çavên te ne çavên min,
Dieliqin dimînin bi govengeriya mijangên te ve girêdayî,
Çûkeçûka çûkan û çirisçirisên çavên te,
Ji dûr ve û ji nêz ve,
Kêf kêfa weye…
Bêrî Bihar