Hêvî Cejn e


Cotek şekalên nû,
  di binê balîfa min de,
Destê min di paxila diya min de .
Min çavên xwe bi lez girtin,
ji bo bi lez sibe bibe…
Sibehê cejn e!..

Du roj heya nîvro rojî bûm,
Dîya min ew dirût, bû rojek.

Di tûrê min de hêviyên gelek ,
Reng bi reng şekirên cejnê.
Her reng hêviyek…
Dilbiçûk, hêvîmezin bû zaroktîya min.
Kê ji min girt nizanim.
Nayê bîra min…

Bêrî Bihar