Kesên ku dinivisin dizanin, dema ku peyv
û hevok di mêjiyê mirov de direqisin, pewiste ku bi bayê babeze ew bêne
nivisandin. Dema diserdegera peyv û hevokan ne diyare ku wê çi çaxê rojê bin,
êvar, sere siba an jî nîvê şevê, di xewa şêrîn de . Gelek caran min bi sersarî
ew nenivisandiye, û ew ji hişê min firîyane û careke din venegeriyane. Car caran
jî min nîve şevê di taritîyê de ew nivisandiye , le dema sibe hişyar bume ku min
ew di ser hinek nivîsên din re nivisiye û tev tevlîhev bune. Her du nivis jî
beredayî çûne, ji ber ku yek jî nayê fêmkirin.
Mirov çawa dinivîse?
Dema ku mêjiyê mirov ji peyv û hevokan
dike îllellah bike.Dilê mirov teng dibe, mirov dibê qey bêhilm dimîne û dike
bifetise. Dema ku nivîsên dimêjî de reqisî xwe berdidin ser kaxizan, ew çax
kaxiz dibin xwelî û peyv û hevok dibin kulîlkên çil reng û şên dibin. Hest, wek
çukan xwe ji şaxan berdidin ser şaxan. Mêjiyê mirov dibe daristan. Mirov sivik
dibe, dike bifire. Barekî herî giran ji ser milên xwe peya dike. Weke jineka
welidî sivik dibe û bi berhemên xwe şa dibe. Ew êş û nexweşiya berî welidanîyê
di dawiyê de dibe şên û şahî.
Kêfxweşiya nivîsandinê ya herî mezin ew e ku ev nivîs ji aliyê heval û
hevalbenda ve bên xwendin. Xwendin û hêja kirina kesan nivîsan mezin dike û wan
serbilind dike, ji ber ku ew di dawiyê de bi şirîkên xwe re ne, bi xwendevanan
re, bi gel re ne. Bawerim tu nivîskar tunin ku ji vê rewşê nexweş bin. Ev rewş
ne tenê di hêla wêje de bi vî awayî ye, her wuha di hêla heman beşê hunerê de
wek hev e. Dema ku berhemekek hunerî ji aliyê kesan ve neyê ditin, xwendin,
naskirin, rexne kirin, tahm û bêhna gel nekevê ew berhem weke xwarina rijî û
bêxwê ye. Pêşandina her berhemek ya gel, hunermendan bêhtir nêzî berhemên
xurttir dike. Weke kulilka rojê ku tim berî li ronahîya rojê ye, pêwîste huner
jî tim berî li gel be. Ev pêdan ne ya min tenê ye.
Yek ji zehmetiya nivîsan ji ewe ku heya ku nivîs tên qeysa weşanê, pêwiste ku bi deh caran ji aliyê nivîskar ve bên xwendîn. Ji ber ku peyv û hevok baş li hev werin û hinek hinekan neqenêqin. Wate û peyamên nivîsê pêwiste hev û du xwedî bikin. Eybuarên hev veşêrin. Di nava serûbinê nivîs, wêne, peyker hwd. de pêwiste aştî hebe. ( Sfenks peykerên serî şêr ,binî mirov, gelek li mijara me nayên). Bi rastî ji bo min nivîsa vê rexnê ji ne hêsan bu. Gelek caran li ser fikirîme û min geh bi vî alî da geh bi wî alî da. Armanca min ew e ku dilê tu kesî nemîne û heman kes, di serî de ez bixwe ji van gelmeşeyan para xwe hilînim. Ji hunermend re li xwevegerin dawiya bivênevê ye. Zehmetî ji xwe bi destpêkirina kêfxweşiyan belav bidin.
Tiştek din jî heye ku ne tenê dîtina min
e ew e ku miletê Kurd wer zêde hewceyî huner û hunermendên hêja ne. Her wuha
miletê Kurd mecburin ku tim li esmên li hunermendên xwe bigerin. Ji ber ku ew tu
caran li ser ruyê erdê nayên dîtin. Tu di bê qey melayîketin û ji atmosfereke
din dihilmînin. (Di piçûkayî ya xwe de Fîlîz Akin li ber çavên min wusa mezin û
negehîn bu, min ji diya xwe dipirsî “ Dayê, Fîlîz Akin diçe edepxanê?’’)
Kesên ku bi dilê xwe yê safî ji xwe re dibêjin ‘‘Huner pirek e di navbera
hunermend û gel de. Heger ew pir hilweşe, sedema jiyan ya hunermendan jî
hildiweşe. Ez hunermendek ji gelê xwe me’’ bila serê xwe bi nivîsên binî ve
neêşînin. Ji wan re ji vê rêyê bi rumettir nîne. Gotinên me ne ji wan kesên
birumet re ne. Her wuha em dixwazin ku ew celebê hunermendên dina ji me fêm
bikin û ser û guhên xwe bidin hev, werin li ser lisên xwe bilîsin. Ez van
rexneyan ne wek helbestvanek, her wuha weke xwendevanek pêşkeş dikim. Ez nikarim
ne xwe ne jî civaka xwe bixapînim. Ez çiqas berê xwe bi jor de bikim jî, dawiya
min di jêr de ye.
Berhem yên hinek hunermendan wer neditbare ku mirov dike nake wata ku hunermend dixwazin bê fêmkirin nayê fikrûxeyalan. Hinek jî bi rewişt û bi berhemên xwe çiqas neyên fêmkirin ewqas mezin dibin.Pewiste ku hinek bipirsin; ‘gelo mamoste ka di vê xalê de te çi xwast bibêjî ?”. Hunermendê me bi vê cewetê dest bi panelek bike. Berhem dibin dido; yek nivîskî yek jî devkî. Dema berhem bi jiyana gel re ne rojane be ewqas bal jî nakişîne. Hunermend dikare berheman heya dixwaze neditbar bike. Sînorê neditbarê tune ye. Ev bêsînortî ewqas dikare kurahî di navbera xwendevan, temaşevan û berhemande çêbike. Pêwiste ku zimanê hunerê ji li gorî jiyana gel ya rojanê be. Pir hêsane; gere berê te li gel be, ku gel ji hunera te ilm û irfan, wate û dersan fêmbike. Bi hêsanî; bila neyê fêmkirin ku ziman ,çand û hwd pêşve nekevîn. Ewan pewîste ku li gori fêmkirina gel, gel bi pêşvexin. Ziman, çand û dîroka gel xurt bikin. Lê ne li dijî gel...
Ew hunermendên ku carekê bune xwedî berhemek an jî çend maqale, tu dibê qey xwediyê vê cîhanê û van çiyayên bilindin.
1. Bavo ew çi bejn û bala şêrîne ku di çirokan de qada qehremanîyê li ber çavên me rêz dike. Mirov ber bi bayê wan dikeve. Dema ku de dibihurin mirov ji mecburî bejna xwe ji wan re ditewîne...
2. Bavo ji ruyê wan weke xilîlokê qehr û quretî dibare û li ser serê mirov dike dimedim. Dema ku ji kesekî re bibêjin ‘merheba !’ tu dibê qey wê şerqebrusk an jî topa esmên li wan keve. Heger ku lêvên xwe ji ser hev rakin wê weke şembelilkan li ber tava tirmehê bihelin. Divê ku ew na tim qurqure bin û pêwiste ku herdem xelk li wan bipirse.
3. Ew çi çavin bavo ! ku ewqas fereh û zoqin. Tu dibê qey her carê ku vedibin û têne girtin heman cihan û xweza di nêrînên wan de difetisin. Tiştek ji ber dîtinên wan nafilite tobe be !
4. Ew çi pozin bavo ! wer mezin û dirêjin. Min tenê di piçukayî ya xwe de dizanî bu ku di dinê de pozê herî dirêj û mezin yê PINOKYO ye. Na na bavo ewana gelek jê bihartîye. Ji pinokyo wer bihartine ku çuk dikarin li ser pozên wan bilîsin.
5. Ew çi guhin bavo! Yên Midas li berê wek kêçekê dimîne. Ew dikarin heman dengên xwezayê bi fesîhî bicarekê bibihîsin.
6. Ew çi hiş û aqilê kamil û bêhempaye di serê wan de bavo! mirov bi erdê ve dizeliqe Ku bi vî hişî ewqas di nava civakan de dibin pêkenok. Ew dixwazin bi her awayî ( bi por dirêjkirinê, şalên sor li dora stuyê wan, rîyê wan ê li ser erçena wan gilover,bi kinc û rewişt) ji gel cuda bin. Ji ber ku baweriya wan bi rasti jî bi wan bixwe tuneye. Heger ne bi vî tebayî be, bala kesî nabin ser xwe û kesek wana li kolanan bi pêçiyan nîşanî hev nade. Wer tiştên ecêbin wek MARSIYA ne û li gelên MARSI digerin. Gelek nivîskar, wênevan, peykervan, muzikperwer,şanoger hene ku kesek zêde wan nasnake, lê berhemên wan hema hema wergerî heman zimanê dinê bune. Lê bavo yên me dikin ji qalibên xwe derên.
Dema ku ez xwendevana zaningehê li Enqerê bum, gelek caran em bi hevalan re diçun panelan. Pirani ji yê îsmaîl Beşîkçî û Yalçin Kuçuk. Di panela Yalçin Kuçuk de me newêrî bu ku em pirsek jê bikin. Ji ber ku hîna pirsa me di devê me de bu ewî dipirsî “ Te filan pirtûka min xwendiye an na ? ’’ Heger te bigota belê min xwendîye ewî digot “ Di rupelê nizanim çenda de min wuha nivîsî bu bla bla bla bla ....Heger te bigota na min ew nexwendîye, bersiva wî amade bu “ pirsa te bêwate ye’’. Piştî diyalogek wuha pirtûkên wî bibuna hingiv jî kesî tahm nedikir.Cudahîya di navbera Kuçuk û yên me de ew e ku, ew eşkere xwe mezin dike, yên me nepenîne û xwe di nava xwe de mezin dikin. Tiştê herî balkêş ew e ku huner dema tê weşandin hevîrê wê bi gel re tê erçiqandin.Ti hunermend tune ye ku bibêje “ Ez berhemên xwe diweşînim an jî pêşkeş dikim lê ji bona ku haya kesî ji wan tune be ’’. Kesên ku van ecêbatên binî fêm bike bila ji kerema xwe re ji me re jî bêje.
◦ p1) Hunermendek ji bo çi li hember gel (li ser sahnê an jî di panelek de) wer bi coş û heycane?
◦ p2) Ji bo çi stranbêj di dawiya stranê de li benda çepikan e ?
◦ p3) Ji bo çi romanvan rojên imzê çêdike?
◦ p4) Ji bo çi wênevan berhemên xwe feraş dikin?
◦ b1) Helbet hunermendek li hember gel nikare weke li mala xwe nigên dirêj bike û xwe bivezeline bisekine. Di çaxek wuha de ew nikarin ji sedemê çêbuna xwe, ji gel xwe dur bixînin.Reva wan ya tu deran tuneye ji ber ku hezar çav li ser wan digerin.
◦ b2) Ji xwe stran, dema tên pêşkeşkirin, dawiyê jî tên çepik kirin. Lê ne bi wateya ku gelek xweşin. Dema ku çepik xurt û ru li ken bin ew tê wateya ecibandin û hizkirinê. Stranbêjê esil dikare hizkirin û nehizkirina gel zanibe.
◦ b3) Armanca imzekirinê ewe ku nivîskar carek ji bi çavên gel li xwe binihêre. Rexnên ku ji gel werin di esayi li ser bisekinê û li wê gorê xwe bipêş ve bixe. Her wuha nivîskar (çîroknûs, romanvan, helbestkar û hwd. ) dixwazin ku fêmbikin ka kesên ku ew dixwînin kî ne. Bi sedema imze kirine nivîskarên me dizanin ku kesên wan dixwînin gundîne an jî bajarî ne. Sedema amade kirina imzeyan ya pirtûxana jî ji xwe diyare ($)!!!. “Imzekirina min ?; Minê pirtûken tenê bi berge û nav vala amade bikira. Bi ceweta imzekirinê gel bida hev û du. Rupelê yekemîn mine imze bikira û bigota “ Hewceye ku hun jî naveroka ve pirtûkê binivêsin û imze xwe biavêjin ser. Hun jî pêwîste hilberînin.’’ Ev ji xeyaleka min e.
◦ b4) Dema ku wênevan feraşek vedike pêşî de rast û rast li hêviya kesane ku bên li feraşê bigerin, bibînin. Dema ku pêwistiya wênevan bi pêşkeşkirina berheman tune be, ew çax feraş vekirin jî karê dîna ye. Bê şirîkatî ew dikare li mala xwe li odekî heya dawiya jiyana xwe li şaxeserên xwe temaşe bike.
Feraşgeh cihên bi rastî jî gelek balkêşin. Gelek dîmenên cuda li wan dera têne
dîtin. Rojek ez li Hollanda –Arnhem li feraşgehekê bum, çubum dîtina wêneyan. Li
feraşgehê penc an jî şeş kes digeriyan. Wênevan jî di derçika derîde li ser
masekek bu. Bi çavên tijî meraq li temaşevanan dinihêrî. Min dorek li dora wênan
avêt, wêne bi temamî yên Başurê Kurdistan bun. Hatim cem wênevan. Min pirsî “
Nexwe bavê van zarokên xweşik tu yî!’’ Wênevan çavên xwe zoq kir û matmayî li
min nihêrî “ Kêjan zarok?!!!’’.
Di derheqê feraşan de heya qala Marcel Duchamp (1887-1968) nekim tebata min nayê. Duchamp ji komela Dadaistan (anti-art, dijî hunerî) kesê herî balkêşe. Li New york’ê feraşek peykeran bi nave “Independents show ( şova kesên azad, an ji tişteki wuha. Kesên bi ingilizi zanibin bin ewê çetir wergerîn) vedike. Kesên ku tên li feraşê digerin di derçika deri de klozetek bi dîwêr ve zeliqandî û bi imzeya nave “Richard Mutt’’ dibînin. Gelek diqehirin. Ew klozet ji berhemek bu û hatibu imzekirin. Duchamp dixwast ku bi vê berhema xwe, wan hunermendên entellektuel bi quretî ya wan ve hevru bike. Piştî demekê Duchamp ev klozet şandî feraşek din bi nave “ Independent Artists” ( Hunermendên nu yên azad). Li gorî Duchamp, berhem çiqas ne xweşik bin jî ew dîsa dikevin kategoriya “ objeyên xweşik’’. Dibe ku mijar hinek fereh bu be, Ya qut imze li ser imze ya Duchamp tu ne ye.
Her wuha beşer û rugeşiya xweş ya hunermend dikare hin fikr û watêyên nu û hêja
ber bixe.Ev ji di têkilî ya bi gel ve girêdayî ye. Ez bi têkilî û axavtina bi
kesan re roj bi roj xwedî helbestên nu dibim. Bêtekilî ji bo min bêhelbestîye,
bêhilberine. Navgînên hilberinê ji bo hunermendan jî, gel û têkilîya gel zêde ne
tişteke. Niviskarek, wênevanek û hwd bara rojê li der û dorên xwe xwe weke
çiyaçêkir bide nasandin û li ser ewran bigere , bawerim pêwistîya gel jî bi
kesek wuha tune ye. Min hîn şahidiya kesî nekirîye ku li du wan hunermendan bi
xweşi axavtine. Ji bo hunermend weşan û pêşkeşiya berheman, pêwiste ku ji bo
şirîkatiya gel be. Heger hun ji hunera xwe , ji hest, fikr û ramanê xwe re
şirîkan naxwazin, bavo li mala xwe runên an jî xwe li ser siya piştê dirêj bikin
û me bi xwe ve ne egilînin. Hewcetiya ti kesî bi quretî û pozbilindiyan tuneye.
Ji ber ku kesên bi vî awayî, gel bi bêran ji der û dorên xwe diavêje. Rêwişt û
jiyana hunermendan bi hev û din ve girêdayî ye.Kesên ku di jiyana xwe ya rojane
de bêtêkilî û bêcivak be, berhemên wan xwedî Nobel bin jî bêqîmete, bêwate ye,
vala ye. Heger bi pozmezinbune hunermendî biçe serî weleh tu kes weke xelkê
gundê Zîla ne hunerî û hunermend e.
Pêwîste ku hunermend berhemên xwe bi eşq binexşîne. Ji bo ku berhemên rengîntir bikaribe bîne jiyan dîsa pêwîste ku ew berhem di çavên xwe de ewqas jî mezin neke, di nava xwe de wan neecibîne, neceribîne. An go berhem wek çiya li hember hunermend bisekinin, ew pêşiya xwe jê nebînin, ev tê wê wateyê ku berhemên nu, xewn û xeyalin.
Di serî de min ji gelberi û rugeşiya Mehmet Uzun hizkirî bu.Mirovek xweşik
bu.Piştî dîtin û tekilîyek germ min xwest ku heman berhemên wî bidest bixim. Kes
ji dikandarên bêkêf û rureş alavêrê nake.Van Gogh xwediyê wêneyên bêhempa bu. Ji
ber ku bi guhekî bu digot “Ez bixwe ji gel kêmim, lê bi werselekî xwe hîn jî
kêmtirim. Ew dengê bayê ku bi gûlên rojê re direqise, heman kes ji min zêdetir
dikare bibîhîse û hizirbike.’’ M.Arifê Cizrewî heya şalek ji xwe re peyda dikir
ew bê saqo dima. Heya saqokî peyda dikir ew bê îşlik dima. Heya îşlik bê gore.
Bi vî awayî xwedî temburek bu şev û roj di nav gel de bu, ew bixwe ji gel bu. Ew
jî û gel jî dîlên axa bun. M.Arifê Cizrewî zêde zêde gel bu. Gelo Cizrewî ji ber
ku di nava gel de bu çi tişt ji Cizrewîya xwe wendakir? Cizrewî hin jî di musîka
Kurdî de ne aheng û awaz a herî zêrîn e?
Heger mirov helbestê di kirasê kurte çîrokan de yên Charles Baudelaire dixwîne, mirov dibê qey ka her helbest ji alîyê kesek li kolanan ve hatiyê nivîsandin. Xwediyê helbestan carînan çavên feqîranin, carînan pêlîstikên feqîranin, carînan rêwiyên şerpeze, jin û mêrên kal, dil û pere, mîtolojî, jinên ku di civakan de ketî, mêrên bêfedî heya carînan kuçik û pisîkin. Her helbestek celebek mirov an jî hezar mirovin, gelin. Mirov dikare vê rêza Baudelaire gelek dirêj bike ji ber ku bi gumana min ev helbestkarê hêja wek vê ristikê bi gel ve dirêjkirî ye. Mirov dikare ristek hîn dirêjtir jî hunermendên ku ji hebuna gel bêgumanin çêbike. Tiştê ku heya neha me xwast bê fêmkirin; kesên ku di ristika didoyan dene bi bayê babeze xwe bigihînin ristika serî. Ne wusa be bila di dinya xwe de berdewamî jiyana xwe ya Marsî bikin.
Her wuha pir zelale ku “GEL’’ bersiva herî rast ya her çar pirsên me yên jorî ye. Di serê nivîsê de jî me nivisî bu ku hunermend wek hunermend ji dayika xwe çênabe. Ew wesf û qedr gel didê. Di hêla pêşkeşiya civakan de jî barek giran li ser milên hunermenda ye. Pewîste ku di pêşkeşiyêde ew zext û zîtika li yên du xwe nexin, betir pêşiya gel vekin. Ne ku di rêyên dirîde gel pêşiya wan ji sîxan pakij bike. Gel ji dikare gelek nujeniyan vejîne. Karê hunermend ewe ku ew vejaniyên gel, ji kesera dilê xwe re binexşîne, birengîne,bîne jiyanê û xweza mirovan pê bixemilîne. Hîn paceyên ferehtir di mêjiyê gel de veke. Ji ber ku jiyan hîn ronahî û rengîn bibe. Ne ku pacan ji xwere weke, dema ku gel bibîne têde bireve.
Her wuha ew kesên ku li jor li rewiştiya xwe digerin,
xwedê dizane ku wê kengê berê bidin jêr û vegerin lîsên xwe. Heger di têkilîyan
de dereng bimînin mixabin hew tê ne qebulkirin. Tiştê di dinê de herî dijwar
bêwarî ye. Wusa be temamê hunermend eve; war, gel û huner !!!!
Bi hêviya ku kesek bêwar nemîne...
Bêrî Bihar