Kes tune bu

Binivîse pirtûka me.
Em bi tevahiya jiyana xwe,
Li benda destekî bûn,
Ku porên me miz de.

Di bin lihêfekê de
Deh pê û penc serî.
Tiştê me germ dikir,
Xuşk û biratiya me.

Li benda çîrokekê man,
Di heman jiyana xwe de,
Kesî ne got ji me re,
Em nebirin xewnên rengîn.

Tune bû kes,
Ku pirtûka me binivise.

Me kaxizek nebû,
Fêrdarî nebûn em,
Nivisandina pêş û paşiyên xwe.

Tev daxwaziyên jinan,
Bi peşkên baranan ve zîz bûn.
Darikan ne zarok da wan,
  Ne wan ji hêwiyên wan veqetandin.
Ne yarên mêrên wan li ber çavan reşkir,
  Ne jî xesuyên wan dev ji navcîtiyê berdan..
Hêviyên me wek paçên kevnar,
Bi darikên zîyaretan ve petiyan.
Me tû caran,
  bi dengekî bilind,
  bi neşmî,neqîriyan stranên xwe.
Bê mirad koç bûn,
  dengên bi şewat û ciwan…
Her ku me dîroka xwe,
  bi gotinên xefî,
Ji gûh radigihande gûh,
  ku di mejiyan de dibû,
pirtûk,
Şanoyên xwedî Nobel,
û
Pê dineqişand jiyana xwe.
Me ji bîr kir xwe,
  Di nava rûpel û şanoyan de.
Wê demê
Dihate çirandin,
Hûrik hûrik,
Wek kaxizan jiyanên me…

Bêrî Bihar