Dixwazim bi vê pirsê destpê bikim, Bêrî Bihar di malbatek çawa de mezin bu ye?

Ez li gundekî Batmanê, ku bi motîfên olî û eşîrtiyê mişt bu mezin bume. Dema ku li zaroktiya xwe vedigerim gelek bûyer têne ber çavên min. Kalê min şêx, bavê min mela bu. Bawerim ji bo wan hebun û nasnameya Kurdî dîsa weke nasnameya olî girîng bu. Piranî ji bo bavê min. Wî azan dixwend û Cegerxwîn dixwend. Ez piranî di bin bandora Cegerxwîn de mam e.


Gelo bi baweriya Bêrî Bihar armanca nivîsa helbestê divêt çibe ji bo helbestvan. Bi rengekî din helbest di nava xwe de çi xwedî dike?

Ji bo min helbest, reqsa hest û ramanên min e di mêjiyê min de. Ew reqsa peyv û hevokan carînan geş dibe, gur dibe, bilind dibe û helbestek çêdibe. Ez dibêjim mêjiyê min helbestan diwelide. Her wuha helbesta ku tê nivisandin dibe rîtma vê govendê.Armanca min î herî mezin ew e ku birêya helbestê vê govend û reqsê fereh û mezin bikim. Helbest ji bo min rêya fêmkirina hest ji hestan, şirîktîya raman ji ramana ye. Helbest, jiyan bixwe ye. Tiştê ku helbest xwedî dikin bûyerên rojene ne, naverok û wateya jiyanê ne. ?er e, xebat e, jin e, zarok e, xwezaye, xwarin û vexwarin e, helbest evîn e, dil û dilvîn e.


Çima helbest?

Herkesek ji bo derbarîna xwe rêyek dide berxwe. Rêya min jî helbest e. Tev ji nava kûrahîya jiyana min derdikevin. Çîrok, kurtnivîs û çavdêriyên min jî hene. Her wuha hewla nivîsa romanekê ji didim ( gelek zehmet e). Lê dîsa herdem helbest aliyê min î girane. Weke hêlîneke germe ji min re ku ez herdem lê vedigerim.


Kîjan helbestvanên Kurd an jî cîhanê bandora xwe dane te?

Dikarim bibêjim ku heya neha bandora kesekî weke Cegerxwîn li ser min çê nebuye. Ew sedema naskirin û destpêkirina min î zimanê Kurdî ye. Helbesta Osman Sebrî û Tîrêj jî gelek xweş e. Ji helbestvanên cîhanê, Konstantinos Kavafîs, Arthur Rimbaud, Charles Baudelaire, T.S. Eliot û hê ji zaroktiya xwe ve Pablo Neruda nasdikim. Kêfa min gelek ji ziman û mijarên Baudelaire û Rimbaud re tê. Zimanekî zelal û rojane. Lê xweziya min bi wê Kurdiya Cegerxwîn î xweş û dewlemend.


Helbesta Kurd iro di kîjan astê de ye?

Bi baweriya min helbesta Kurdî, her wuha wêje ya Kurdî careke din qeşa xwe şikandiye û ber bi bihara dûyemîn ve dimeş e. Îro gelek kes bi Kurdî dinivisîn. Dema ku berhemên Kurdî li pirtûkxaneyan dibînim gelek kêfxweş dibim. Hêvîya min î pêşketina zimanê Kurdî mezin dibe. Kêmasîya xwendina zimanê Kurdî û her wuha kêmasiya nivîskarên jin mirov xemgîn dike. Divêt ku jin nivîsandina xwezahiya xwe bi destê xwe bike. Mixabin her mêr jinê ji jinê re dinivîse.


Dema em bêjin Bêrî Bihar divêt çi an jî kîjan helbest bê bîra mirov, Li gor sedema ku helbest û helbestvanên Kurd li cîhan pir nayên naskirin, Sedema nenasîna Kurdî û nivîskarên Kurd li cîhanê çiye?

Divêt hewldana fêmkirina hest û ramanên jinê bi navê Bêrî Bihar re bê bîra mirov. Bihêvî me, kesên ku helbestên min xwendî bin binavê Bêrî Bihar, peyv û hevokên di hişê wana de mayi dîsa bên ber çavên wan. Ji xwe piştî xwendina helbest an jî nivîse kê, ku çend raman, an jî çend peyam di hişê mirov de nemînin, tu taybetmendiyeke nivîsê ji xwendevan re namîne. Bes ev rewş ji her xwendevanekî re ne weke hev e. Ez hewlnadim ku xwendevan bivênevê peyamek ji xwendina helbestên min bigire. Tiştê ji min re girîng ew e ku xwendevan ji hestên min fêm bike û wana tevî hest û pejnên xwe bike. Her wuha bibîne ku birastî jî em çiqas dişibine hev û çiqas hest û pejnnêzîkê hev du ne. Dixwazim ku pirek ji helbestan di nava xwe û xwendevanan de avabikim. Bi saya vê pirê emê herdem naskiriyê hev bin.
Nenasîna Kurdî û nivîskarên Kurd li cîhanê bi baweriya min sedema kêmasîya wergere. Berhemên kesên bi nav û deng heger newergeriya zimanê me helbet me yê jî wana nenaskira. Zimanê me gelek kêm werdiger e û kêm berhem werdigerin Kurdî. Ev di hêla nepêşketina zimande hêmanek herî girîng e. Werger dewlemendiya çand, pêşketin û danasîna zimana ye. Ev dan û standina zimanan bi rêya wergerê hest û ramanên mirovan jî nêzî hev dike. Ev têkilî, wêjeyên cîhanê xurt, zimanan dewlemend û geş dike.


Ji bo ku mirov helbesta gundê xwe yê şewitandî binivêse, ne pêwîste ku helbestvan tê de jiya be. Li gor te helbest an jî helbestvan vê hizrê çiqas dikare bîne ziman?

Çend kes dikarin binedîtî tenê bi xwendin û bihîstin berhemên herî xweşik û girangiha biafirînin. Ahmed Arîf (Sî û sê gule), Karl May (ku binedîtî berhemên herî xweş derheqê Kovboyan de weşand, her wuha li ser Kurd û Ereban jî nivîsî ye), Ciwan Haco ( dîsa binedîtî sitrana herî xweş li ser Diyarbekir çêkiriye), Berhema Picasso ya herî binav û deng, bi navê “ GUERNICA” çend mînakên ku têne bîra min. Ev tê wê watê yê ku binedîtîna bûyeran jî pesindanên wan dikarin herî baş biafire. Piştî ku hest ji kûrahiya dilê mirov bên, piştî ku mirov wê êşa şewata laş di mêjiyê xwe de hizir bike, bawerim gelek berhemên xweşik û hêjawêje wê biafirin.


Plan û projeyên te di pêşêrojê de çine?

Demek nêz de pirtûka dûyemîn ya helbestan wê amade bibe. Her wuha Çavdêriyên Rêwî û çend çîrok jî di bin destê min de ne. Hewl didim ku çend berheman ( Helbest, çîrokên zarokan) Ji zimanê Hollandî biwergerim zimanê Kurdî. Dîsa hewl didim ku helbestên xwe biwergerim zimanê Hollandî. Karekî zor û duvedirêj e. Gelek dem û zanistî dixwaze. Bihêvî me ku wê biserkeve.