Pejnên min


Pejnên min,
Dialêsin tenêtiya payîzan,
Difûrin li ser bedewiyên biharan.
Wek hestên sêwiyan,
Ew jî têkçûn, ber bi xewnên kûr û dûr ve.
Wek hestên keçeke sêwî,
Ramanên serjêkirî, bê ol û îman.
Ku heman deman çewterêye xazên wan,
Kes nizane li kû derê dilîsîn?
Li ku derê ne hêlînên wan,
Nezî erd in an jî esman…


Bêrî Bihar