Xew lê herimî
Dîsa şev di nava xwe de qehirî.
Xewa şevê lê herimî…
Ewrên bar(an) giran,
Ji şevê reştir,
Bi ser de digirî,
Lehîya hesiran diherike hêdî hêdî,
Wek biçe dizîya feqîran,
Li kolanên bêxwedî,
Hêdî hêdî dilivînin sivêrnekên puş…Xewherimî,
dijwarî,
di dil de dilîze,
heman şanoyên wateşûr,
qetla gumanan dike ,
bi peyv û hevokan…her tişt bi ser de tê,
Heman xerabî cihên xwe dizanin,
dibe qûbik.
Girek bilind, ser sipî.
Şevreşî,
Xewherimî,
Xerîbî, Di nav germahiya hilmek tînnas,
û…
Li nik te dirêj,
Destén xwe dirêj bikî,Hilma evîneke,
wê maçî bike.
Wek kulilkeke hespa,
hurik,
Ew e, maniya li dûrî mayîn,
herî sipî,çavbelek,
Ku te,
Sîya hilmek germ e,
bê welat diegilîne,
Te li durîtîyê bi şîr û hûngiv,
Xwedî dike…
Bêrî Bihar
2001